Adar 07, 2024 09:01 Asia/Tehran
  • Îran tim pêbendî hevkariya bi welatên cîran re ye ji bo aştiya li Efxanistanê

Balyoz û nûnerê dayimî yê Komara Îslamî ya Îranê li NY ragihand: Îran li ser berpirsiyariya xwe bo hevkariyên nêzîk bi welatên cîran re ji bo pêşdebirina aştî û ewlehiyê li Efxanistanê cidî ye.

Emîr Seîd Îrewanî di civîna Konseya Ewlehiyê ya NY de derbarê rewşa Efanistanê de got:

Li gorî texmîna rapora dawî ya Sekreterê Giştî yê NY di sala 2024'an de zêdetirî nîvê nifûsa Afganîstanê, ku nêzî 23,7 mîlyon kes dê hewcedarê alîkariyên mirovî bin.

Rewşa hestyar  û lawaz a aborî, ku di sala 2023-an de bandor li  sedî 65 ji malbatan kiriye, li vî welatî bûye sedema bêewlehiya xwarinê.

Nûnerê Îranê li NY got: Pirsgirêkên weke terorîzm, bazirganiya madên narkotîk û kêmasiyên di warê kontrolkirina sînorên Efxanistanê de tim berdewam in ku aramiya Efxanistanê û welatên cîranên wê dixe xeterê.

Îrevanî got: Gefa komên terorîst bûye sedema dilnigeraniya welatên  cîran .

Mixabin rayedarên niha yên Efxanistanê  sozên xwe yên ji bo têkoşîna li dijî terorê cih neanîne.

 Wî got: Komara Îslamî ya Îranê wek yek ji cîranên sereke yên Efxanistanê, heya niha jî di warê koçberiya neqanûnî de  rastî hin pisgirêkan tê.

 Koçberiya bi milyonan efxanan ber bi Îranê ve  di rewşa boykotan de barek li ser milên me zêde kiriye.

 

Serepeyv