Sibat 10, 2024 10:28 Asia/Tehran
  • Emîr Ebdullahiyan: Îsraîl dixwaze Amerîkayê nuqmî qopiya şer bike

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Rêjîma Siyonîst li dû xeniqandina Amerîkayê di nava qopiya şer a Rojhilata Navîn de ye.

Husêyn Emîr Ebdullahiyan roja Îniyê di sefera xwe ya bo Lubnanê dema gihêşt firokexaneya Beyrûtê got: Piştî 4 mehan ji  jînosayda li XEzeyê îro em dibînin ku Îsraîl negihîştiye ti yek ji armancên xwe yên ragihandî û ev destkefta berxwedana Filistîn Lubnan  navçeyê ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir ku rêberên berxwedanê yên li Filistîn û Lubnanê bi feraset û cesaret rola xwe ya pêşîlêgirtin û bibandor  cih anînû destnîşan kir: Divê Amerîka demildest dev ji piştgirîkirina rejîma zarokkuj a Îsraîlê berde.

Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir ku Îran ewlehiya Lubnanê wek ewlehiya xwe û navçê dizene û destnîşan kir: Emê bi micidî li ser piştgiriya berxwedana Lubnanê berdewam bin. Emîr Ebdullahiyan di yekem sefera xwe de bo herêmê ji bo hevdîtina bi rayedar û  serokên  komên  berxwedanê li navçê derbarê rawestandina tam a şer û cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî xelkê Xezeyê, amadekirina  şert û mercên pêwîst ji bo agirbesê, gihandina alîkariyên ji bo xelkê Xezeyê û rewşa piştî şer, çû Beyrûtê. Ev sêyem serdana wezîrê karên derve yê Îranê bo Lubnanê ji destpêka jînosayda Amerîkî-Îsraîlî li Xezeyê di çar mehên borî de ye.

Serepeyv