Sibat 03, 2024 09:24 Asia/Tehran
  • Kenanî: Dê vîjdanên hişyar hekemtiyê bikin

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Îranê li himber rawestandina alîkariya hinek welatan bo UNROWAyê ew jî di rewşa herî dijwar a gelê Filistînê û xelkê Xezeyê bertek nîşan da.

Nasir Kenanî di nava torên civakî de nivîsî: Hejmareke zêde ji welatên alîkarê Ajansê, alîkariyên xwe tenê ji ber îdiaya îsbatnebûyî ya Rejîma Siyonîst derheq alîkariya hejmarek ji karamnedên UNROWAyê bo operasyona 7 Cotmehê, rawestandine. 

 Kenanî destnîşan kir: Henekeke tal û diltezîn e. 

 Rejîma Siyonîst zêdetirî 27 hezar welatiyên filistînî di dereqa 120 rojan de kuştine. çendîn hezar kes bê ser û şûn û bi dehan hezar welatî birîndar kirine û zêdetirî sedî 80 yê xelkê Xezeyê aware û mişext kirine û berûvajiya xwesteka biarnama  Konseya Emnî ya NY û biryara demkî ya Dîwana  navneteweyî ya Dadweriyê pêşiya derbasbûna alîkariyên mirovî bo Filistînê dige. 

 Lê tu tek ji van welatan ji xeynî nîşandayîan dilnigeranî û hin nimayşên siaysî yên bê encam, tu sînorek li  têkiliyên xwe yên siyasî bi Rejîma Îsraîlê re pêk neanîn û hevkariyên xwe yên bazirganî bi rejîmê û hinek ji van alîkariyên xwe yên locêstîk bo wna berdewam dikin. 

 Lê hema tenê bi buxtanên rejîma Îsraîlê bo alîkariya çend karmendên UNRUWAYê, alîkariyên xwe bo vê ajansê di rewşa herî dijwar a Filistînê û xelkê Xezeyê rawestandine. Dê vîjdanên hişyar hekemtiyê bikin

 

 

Serepeyv