Li Nexweşxaneya Gandî ya Tehranê şewateke mezin derket
Çile 26, 2024 09:42 Asia/Tehran
Berdevkê navenda vemirandina êgir aTehranê ragihand ku li nexweşxaneya Gandî ya Tehranê şewat derket. Malikî wiha got: Li nexweşxaneya Gandî şewat derket û ji bo vemirandina agir jî hewlek zêde hat dayîn.
Muhemed Îsmaîl Tevakolî, serokê dezgeha hawardeçûnê ya Tehranê ragihand, hêzên hawardeçûnê li amadebaşîyê de ne.
Ti raporek derbarê ziyanên canî li nexweşxanê negihîştiye me, lê şewat li aliyê rojhilatê nexweşxaneyê derketiye. Şewat li hemû qatên avahiyê şewat hatiye kontrolkirin. Şewat bi piranî li derveyê avahiyê bûye û tîmên rizgarkirinê kesên li nexweşxanê derdixin derve .Li Nexweşxaneya Gandî 85 nexweş hebûn û hemû bi silametî hatin veguhestin bo nexweşxaneyên din.