Çile 04, 2024 07:43 Asia/Tehran
  • Qêrîna xelkê wilayethez ê Îranê li mehkûmkirina cinayeta terorîstî ya Golzara Şehîdan a Kirmanê

Xelkê wilayethez ê Îranê duh êvarê bi kombûna li bajarên curbicur, cinayeta terorîstî ya li Golzara Şehîdan a Kirmanê şermezar kirin.

Piştî cinayeta terorîstî ya  li Golzara Şehîdan a Kirmanê, hikûmeta Îranê  îro Pêncşemê şîna giştî ragihand.

Êvara çarşemiyê  jî komek ji xwendekaran û xelkê Tehranê li meydana Filistînê ya Tehranê kom bûn û kiryara terorîstî ya  li Golzara Şehîdan a Kirmanê û şehîdbûna komek ji welatiyan şermezar kirin.

Ev mitînga xwendekaran û xelkê  bo piştevaniya fermana Rêberê Giranqedr ê Înqilabê piştî şermezarkirina kiryara terorîstî ya Golzar Şehîdan a Kirmanê û di bin navê "Ew jî ji ziyaretkerên te jî ditirsin" hat lidarxistin.Hevdem bi Tehranê re, êvara roja çarşemiyê komek ji xelkê Meşhed, Hemedan, Xuremabad, Gorgana navenda parêzgeha Golistanê û bajarên din ên Îranê bona şermezarkirina êrişa terorîstî  ser ziyaretkerên Gulzara Şehîdan  a Kirmanê li  Meydana Îmam ya Hemedanê kom bûn.

Di vê tevgera xwebexş de, tevî rêzgirtina ji bîranîna Serleşker Hecî Qasim Sulêymanî, siloganên mirin bo Îsraîl û mirin ji bo Amerîkayê dan û ev cinayeta ku li Kermanê qewimî şermezar kirin.Êvaraçarşemiyê di salvegera şehadeta Fermandeyê berê yê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê, hecî Qasim Silêmanî de, li ser rêya Golzara Şehîdan a Kirmanê, du teqînên terorîstî di navbera ziyaretkeran de qewimîn ku di encamê de 103 kes şehîd û 211 kes  jî birîndar bûn

Serepeyv