Çile 03, 2024 17:29 Asia/Tehran
  • Li Kermanê 2 teqînên terorîstî bi 2 çenteyên bombekirî/81 şehîd û 171 birîndar

Îro  piştî nîvro dengê teqînekê li ser rêya Gulzarê Şehîdan  a Kermanê hat bihîstin.

Li gor amarên dawî yên ku ji aliyê berpirsên welat û parêzgeha Kirmanê ve hatine ragihandin, hatiye piştrastkirin ku ev bûyer terorîstî ye û heta niha 73 kes şehîd bûne û 171 kes jî birîndar bûne.

Niha jî  Gulzarê Şehîdan  a Kirmanê û tirba şehîd Hecî Qasim bi amadebûna hêzên ewlehyê hatine valakirin û xelk ji derdorên vê bûyera terorîstî belav bûne û tîmên hawarçûnê jî bo veguhestinê li cihê bûyerê amade ne.

Serepeyv