Kanûn 15, 2023 17:52 Asia/Tehran
  • Serdana sêrojî ya Emîr-Ebdullahiyan bo Jenevê bi dawî hat; Wezîrê Karên Derve yê Îranê gihîşte Tehranê

Hisên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê piştî sê roj şêwirîna giştalî û têrûtijî digel rayedarên navneteweyî û hevdîtina digel hin hevpêşeyên xwe û axaftina li Komcivîna Cîhanî ya Penaberan li Jenevê berbanga Îniyê derbasî Balefirgeha Mêhr-Abadê ya Tehranê bû.

Hisên Emîr-Ebdullahiyan berêvara Sêşemiyê di dema gihîştina bo jeneva Swîsê wek biryargeha ewropî ya NY'yê, di Civîna "Rewşa Mafên Mirov li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê, Daxuyaniya Mafên Mirov û Mafên Mirovdostanee yên Navneteweyî" da axivî û heman şevî digel Nebîl Emmar Wezîrê Karên Derve yê Tûnisê û Ebdullah Bû-Hebîb Wezîrê Karên Derve yê Libnanê hevdîtin pêk anî. Wî di dewama serdana xwe ya bo Jenevê da roja Çarşemiyê beriya axaftina li Komcivîna Cîhanî ya Penaberan digel Feysel Bin Ferhan Wezîrê Karên Derve yê Erebistanê, Îmen Sefedî hevpşeyê xwe yê urdinî û Yoko Kamîkava Wezîrê Karên Derve yê Japonê hevdîtin pêk anî.

 

Di dewamê da Kardînal Parolîn Serokwezîrê Vatîkanê, Retno Mersûdî Wezîrê Karên Derve yê Endonezyayê, Necîb Mîqatî Serokwezîrê Hikûmeta Karrêkxer a Libnanê û Salim Ebdullah El-Sebah Wezîrê Karên Derve yê Kuweytê di hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê ra li ser mijarên dualî û navneteweyî şêwirîn.

 

Emîr-Ebdullahiyan her wiha di roja dawiyê ya serdana xwe da di hevdîtina digel Fîlîpû Grendî Komîserê payebilind ê NY'yê di Karûbarên Penaberan da, Rêber Ehmed Xalid Wezîrê Karûbarên  Navxweyî yê Herêma Kurdistana Iraqê û Olîvîya Rewamba Wezîrê Karên Derve yê Borkînafasoyê da derbarê mijarên eleqedar gotûbêj kir.

Serepeyv