Kanûn 14, 2023 17:14 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Îranê: Îran mazûvana koma herî mezin a aware li cîhanê ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê mazûvana gelheya herî mezin a awareyan di asta cîhanê da ye.

Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê di Komcivîna Civata Cîhanî ya Penaberan li Jenevê bi gotina vêya ku ev komcivîn bi armanca xurtkirina hevgirtina pratîkî ya cîhanî û seferberkriina çavkaniyên pêwîst ji bo alîkariya bo mazûvanên sereke yên awareyan hat avakirin, got: Ti rêkareke demkî nikare pirsgirêkên awareyan bi awayê mayînde çareser bike.

 

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Zêdetirî 45 salan e ku Îran mazûvaniya rewşa herî demdirêj a penaberiyê dike û vê demê û piştî alûgorên Efxanistanê di sala 2021ê da mazûvana gelheya heerî mezin a aware di asta cîhanê da ye û pêwîst e ku Komîsaryaya Bilind a Penaberan û civata navneteweyî hewldaneke zehf ji bo hêsankirina vegeriyana awareyan bo welatên xwe bi kar bîne.

 

Emîr-Ebdullahiyan tekez kir: Destwerdanên leşkerî û destwerdanên din ên ji aliyê hêzên derveyî navçeya me bûne sebeba bêewlehîtîiyê; bi awayekî ku ev hokar bixwe bûye sebeba birêketina pêlên awaretiyê li seranserî navçeyê.

 

Serokê Saziya Dîplomasiya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê bi mazûvaniya ji gelheya herî mezin a awareyan di asta cîhanê da, barek daye ser milê xwe ku di encama siyasetên neberpirsyarane û destwerdanên leşkerî yên Amerîka û hevpeymanên wê li cînatretiya Îranê li ser navçeyê hatiye sepandin.

Serepeyv