Kanûn 14, 2023 16:07 Asia/Tehran
  • Serleşker Selamî: Ti kes nawêre destdirêjiyê li Îranê bike

Fermandeyê Giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Vê demê ti kes nawêre destdirêjiyê li gel û welatê Îranê bike.

Serdar serleşker Hisên Selamî Fermandeyê Giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Pêncşemiyê di bîranîna 10 hezar şehîdên Parêzgeha Azerbaycana Rojhilat li bakurê rojavayê Îranê da bi gotina vêya ku îqtidara Îrana îslamî mîrasa mayînde ya şehîdan e, got: Şehîdan Îran gihandine lûtkeya şanaziyê  û vê demê li her cihekî dinyayê ku digel kesayet û siyasetvanan tê axaftin, bi rêzdarî qala Îranê dikin.

Serleşker Selamî tevî amajeya bi vêya ku dijmin hema wisa bi dû vêya ne ku gelên misilman li mafên xwe bêpar bikin, got: Ew dixwazin weke Filistînê welatên misilmanan dagir bikin; mînaka wê êrîşa ser Xezeyê û bombebarana wê navçeyê ye.

Fermandeyê Giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tevî şermezarkirina êrîşên Rejîma Siyonîst ser nexweşxane û cihwarên jiyan û navendên xizmetguzariyê, got: Zarokkujî şanaziya Rejîma Siyonîst e û siyonîst serkeftina xwe di şehîdkirina hemareke zehf a zarok, kal û pîran dizanin.

Serleşker Selamî bi gotina vêya ku niha li nav gelên cîhanê nefreteke gelemperî ji Rejîma Siyonîst gihîştiye asta herî bilind, got: Hemî gel ji bo piştevaniya ji Filistînê û ragihandina nefreta xwe ji cinayetên Rejîma Siyonîst hatine nav meydanê.

Serepeyv