Kanûn 08, 2023 15:21 Asia/Tehran
  • Reîsî: Tehran û Mosko ser rawestandina demildest a êrişên ser Xezeyê û rakirina dorpêçê teqez dikin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Çalakiya ji bo rawestandina bilez a bombebarana li dijî gelê mezlûm ê Xezeyê , rakirina dorpêça li ser vê navçê û mafên gelê Filistînê wek xalên hevpar ên di anvbera her du aliyan hatin hilêxistin û teqezî ser wan hatkirin.

Seyîd Îbrahîm Reyîsî, serokê Komara Îslamî ya Îranê duh Pêncşemiyê li ser vexwandina Vladîmîr Pûtîn li sefereke yekrojî serdana Moskovayê kir.

Seyîd Îbrahîm Rayîsî piştî sefereke kurt û xebateke giran a yek rojî ya Rûsiyê vegeriya Têhranê û bi şirovekirina encamên vê seferê got:

Di vê seferê de pirsgirêkên her du welatan bi taybetî di warên enerjî, çandinî, tranzît û hevkariyên  rêya bakur- başûr  wek girîngtirîn  mêhwerên hevkariya di navbera her du welatan hatin gotûbêjklirin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê di vê seferê da mijara Filistînê  wek yek ji mijarên herî girîng ên muzakireyên bi serokomarê Rûsiyê  re bi nav kir û got: Pêngava lezgîn ji bo rawestandina bilez a bombebarana li dijî xelkê  mezlûm  ê Xezeyê, rakirina dorpêça ser vê navçeyê  û bidestxistina  mafên gelê Filistînê wek xalên hevbeş  ên her du aliyan hatin hilêxistin. 

 

 

Serepeyv