Kanûn 08, 2023 09:26 Asia/Tehran
  • Îslamî: Dijmin navnîşaneke şaş derbarê çalakiyên etomî yên Îranê dide

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: Dijmin di mijara zengînkirinê û rêjeya wê de navnîşanên şaş didin û dixwazin xebata me li vê rêyê bisekinînin.

Muhammed Îslamî bal kişand ser vê yekê ku amerîki jibo  pêşengbûna xwe li cîhanê  siyasetên xwe yên hovane bi cih tînin û amajeyî dozên ku Amerîkiyan di warê pîşesaziya  nakokî ya Îranê de vedikin kir û got:Dijmin di mijara zengînkirinê û rêjeya wê de navnîşanên şaş didin û dixwazin xebata me li  vê rêyê bisekinînin.

Serokê Rêxistina Enerjiyê ya Îranê diyar kir ku berhemên Radyo Darû yên Îranê niha di asta yekem a berhemên cîhanê de ne û ji aliyê kualîteyê ve hevrik in û got: Amerîkiyan tevî îdiaya parastina  mafên mirovan,tenê şîrketa radyo darûya Îranê boykot kirin, şîrketa ku niha yek ji  şîrketên herî baş e.

Îslamî her wiha li bara êrişên Rejîma Siyonîst li Xezeyê got: Em bûne şahidê riswatiyeke  mezin ji aliyê Rejîma Siyonîst û Amerîkayê wek piştgirê vê rejîmê.

Li cihê ku bi kuştina bi deh hezaran jin, mêr û zarokên mezlûm û  bê berevan û bi dorpêçkirina vê deverê, baweriya wan bi mafê jiyanê û berevaniya xakê ji wan re nîne û em dibînin ku Amerîka  piştgiriya cinayetên rejîma Siyonîst dike.

 

Serepeyv