Mijdar 20, 2023 10:40 Asia/Tehran
  • Ger sinaryoyên rawestandina cinayetên li Xezeyê neghêjin encamê, emê bibin şehedê rewşek nû li navçê

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Eger senaryoyên muhtemel bo rawestandina cinayetên Rejîma Siyonîst neghêjin encamê emê bibin şahidê rewşeke nû li navçê.

 

Husên Emîr Ebdullahiyan,Wezîrê karên derve yê Îranêderbarê xemsariya  Rejîma Siyonîst  li himberî biryarnameya Konseya Ewlehiyê ya li bara rawestandina şer li Xezeyê got: Çawa ku berxwedanê ragihandiye, heke şerê dijî xelkê sivîl li Xezeyê bidome, îhtîmala vebûna bereyên  nû yên şer navçeyê heye. Wî got:niha em dibînin ji xeynî bereyên Lubnanê, bereyên Yemen, Sûriye û Iraqê jîpêngavan ji bo piştevaniya ji gelê mezlûm û bi hêz ên Xezeyê radikin.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha got: Niha kiryarên siyasî û navneteweyî bona rawestandina cinayetên cengê û jînosayda  li Xezeyê û şandina berdewam a alîkariyên mirovî û girtina pêşiya koçberkirina bi darê zorê ya xelkê Xezeyê û  rexê rojava   cih tên.

Di qada şer de  jî em em dibînin tevgerek pêk hatiye ku ji aliyê komên  berxwedanê ve tê şopandin û di vê qadê de ev kom  bi xwe biryaran didin û ji bo piştgiriya Filistînê tevdigerin.Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser vê yekê  ku ger senaryoyên muhtemel bo rawestandina cinayetên Rejîma Siyonîst neghêjin encamê emê bibin şahidê rewşeke nû li navçê.

 

Serepeyv