Hevdîtina wezîrên karên derve yên Îran û Rûsyê derbarê alûgurên li Filistînê
Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê bi riya telefonê bi Sêrgî Lavrov, Wezîrê karên DErve yê Rûsiyê re derbarê alûgurên li zîvala Xezzeyê û rexê rojavaya çemê Urdinê gotûbêj kir.
Husêyn Emîrebdollahiyan li vê gotûbêja telefonî amaje bi êrişên bênavber ên Rejîma Siyonîstî dijî xelkê sivîl kir û destnîşan kir: Emerîka îdia dike ku dixwaze şer rawestîne, lê di pratîkê de, şerê Emerîka-Siyonîst berfirethit û tundtir dike.
Wezîrê karên derve yê Îranê şehîdbûna zêdetir ji 15 hezar xelkê sivîl, jin û zarok û kuştina bi dehan kes ji girtiyan li Xezzeyê encama berdewamiya êriş û bombebaranên kor ên Rejîma Siyonîst da zanîn û got: Bê şik berxwedan dê encama dawiyê diyar bike. .
Wezîrê karên derve yê Rûsiyêjî dilnigeraniya xwe ji dijberiya Rejîma Siyonîst li himberî rawestandina êrişan da diarkirin.Sêrgêy Lavrov ser dewama şêwirên ji bo rawestandina şer û azadkirina girtiyan teqez kir.