Mijdar 17, 2023 17:20 Asia/Tehran
  • Peydama girîng a Serdar Qaanî bo Tabûrên El-Qessam: We nîşan da ku Rejîma Siyonîst ji hêlîna pîrhebokê sisttir e

Serdar sertîpê pasdar Îsmaîl Qaanî Fermandeyê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di peyama xwe bo Feermandeyê Tabûrên El-Qessam da nivîsî: We hemaseyeke mezin bi navê Bahoza Eqsayê afirand ku lawazî û sistiya Rejîma Siyonîst a xesbker aşkira nîşan da; we nîşan da ku ev rejîm ji hêlîna pîrebokê sisttir e.

Serdar sertîpê pasdar Îsmaîl Qaanî tevî tekeziya ser vê yekê ku Filistîn û navçe piştî Bahoza Eqsayê êdî ne wweke berê bin, bi bîr xist: Êrîşên Berxwedanê li dijî hêz û erebeyên zirxî yên djimn îsbat kir ku Berxwedana Xezeyê xwedan dahênerî û însiyatîvan e.Serdar Qaanî xitabî Fermandeyê Tabûrên El-Qessam tekez kir: Birayên wwe li Bereya Berxwedanê digel we hevgirtî ne û dê rê nedin ku dijmin armancên xwe yên qirêj li Xeze û Filistînê bi dest bîne; em pêbendî soza xwe ya birayane ku me hevgirtî dike, dimînin û we dilniya dikin her karê ku pêwîst be, em ê di vî şerê dîrokî da bi cih bînin.

Serepeyv