Mijdar 16, 2023 16:26 Asia/Tehran
  • Erkantiya Mafên Mirovan a Îranê: Projeya mafên mirovan dijî Îranê siyasî û rênimûnbûyî ye

Erkantiya Mafên Mirovan a Saziya Dadweriyê ya Îranê wek berteka li hemberî biryarnameya siyasîya Komîteya Sisêyam a Civata Giştîya NY'yê derbarê rewşa mafên mirovan li Îranê ragihand: projeya mafên mirovan li djî Îranê projeyeke siyasî û rênimûnbûyî ye.

Li pey pesendkirina biryarnameya pêşniyzkirî ya Kanadayê li Komîteya Sêyem a Civata Giştî ya NY'yê derbarê rewşa mafên mirovan li Îranê, Erkantiya Mafên Mirovan a Saziya Dadweriyê ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand: Zêdetir ji her demeke din mafên mirovan ketiye bin bandora siyasetê û pîvanên ducûre û nêrînên cihêkarane di vî warî da serdest bûne.

Di dewama daxuyaniya Erkantiya Mafên Mirovan a Saziya Dadweriyê ya Îranê da hatiye: Cinayetên berfireh ên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezeyê ku pêşangehek ji cinayeta dijî mirovahiyê, cinayeta cengê, jenosayd, qirrkirina nijadî û etnîkî ye ji aliyekî va nekêrhatîbûna rêbaz û amûrên mafên mirovan û ji aliyê din va, siyasetên alîgirane di warê mafên mirovan bi başî nîşan dide.

Di daxuyaniya Erkantiya Mafên Mirovan a Saziya Dadweriyê ya Îranê da tevî tekeziya ser vêya ku Projeya Mafên Mirovan dijî Îranê projeyeke siyasî û rênimûnbûyî ye, hatiye: Welatên dawaker û saziyên navneteweyî tê têkildar berpirsyariya xwe derheq penaberên efxanî bi cih neanîne.

Di dewama vê daxuyaniyê da hatiye: Mafê hemwelatîbûnê ya wlatekî din nabe sebeba hebûna puen û serpişkiyekê di pêvajoya vekolandina sûcan da; her wiha îdiaya mirinên şikbar li zîndanê tam redkirîye; hema wisa ku kesên ne-zîndanî ji ber tûşbûna binexweşiyê dimirin, kesên zîndanî jî derveyî vê qayîdeyê nînin.

Biryarnameya dijî Îranê ya Kanadayê di warê mafên mirovan da ku her sal tê raberkirin, roja Çarşemiyê li Komîteya sêyem a 78'emîn civîna Civata Giştî ya NY'yê tenê b 80 denganhat pesendkirin û 29 welatan dengê na û 65 welatan jî dengê bêalî dan. Bi vî awayî hejmara dengê erê kêmtir ji dengên na û bêalî bû.

Serepeyv