Rexneya Emir Ebdollahian ji reftarên newekhev ên Amerîkayê li hember alûgurên li Xezzeyê
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Amerîkayê bo şandina alîkariyên mirovî yên Amerîkayê pirtir jêst girtiye
Wezîrê karên derve yê Îranê Husêyn Emîr Ebdollahiyan ku sefera Jinêvê kiriye îro di nava koma nûçegîhanan bal kişand ser vê yekê armanca vê seferê şandina alîkariyên mirovî bo xelkê Xezzeyê û hevdîtina bi rayedarên NY û Xaça Sor a cîhanî ye û teqez kir:
Amerîka her cure çekên qedexekirî û çekên fosforê ji hemû binkeyên xwe li seranserê navçê dişîne Telavîvê, lê bo şandina alîkariyên mirovî bo Xezzeyê jêsta mirovheziyê girtiye û di pratîkê de tişteke giring naqewime.
Emîr Ebdullahiyan got: Li gorî îdiaya derew a wezîrê karên derve yê Amerîkayê derheq şandina rojane 500 kamyonan ber bi Zîvala Xezzeyê , lê bi şopandina ku hatiye kirin, rojane 25 an herî zêde 40 kamyon derbasî nava Xezzeyê dibin, ku çar sisyê wê av û bê derman, xwarin û pêdiviyên din ên sereke yên elkê Xezzeyê ne.
Wî amajeyî ragihandina amadetiya Hemasê ji bo azadkirina bilez ya xelkê sivîl jî kir û got: aliyê Israîlî heta niha şert û mercên ku bikaribin azadkirina van girtiyan lezgîn bike, qebûl nekiriye û hewl dide bi vê hincetê şer, kuştin û jînosayda li li Xezzeyê berdewam bike.