Mijdar 11, 2023 18:42 Asia/Tehran
  • Axaftinên Reîsî li Komcivîna Serokên Welatên endamê Saziya Hevkariya Îslamî

Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro 11ê Mijdarê di Komcivîna awarte ya Saziya Hevkariya Îslamî derbarê Cenga Xezeyê li Riyaza Erebistanê 10 rêçare ji bo çareserkirina meseleya Filistînê raber kirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê vê axaftinê da got: Silav li Xeze û zarokên wê, Silav li Filistînê û xwînên ku bi neheqî hatine rijandin, Silav li berxwedana serfiraz a Filistîn û Libnanê.

Kurteyek ji axaftinên Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê  di Komcivîna Awarte ya Saziya Hevkariya Îslamî:

Serokê Komara Îslamî ya Îranê  di destpêkê da silavên xwe pêşkêşî Xeze, Filistîn û Libnanê û Berxwedanê kir û got: Îro em di vê civîna awarte da li hev civiyane da ku derbarê meseleya herî sereke ya Cîhana Îslamê yanî Filistînê û karesateke herî hovane ya dîrokê ku li vî welatî û Xezeya Qareman diqewime da, biryareke dîrokî û çarenûssaz bidin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Îro em bi nûnertiya ji Umeta Resûlullah (S) li vir kom bûne da ku bersiv bidin qêrîna "Ya Lêlmuslimîn" ku ji zengelorka misilmanên mezlûm bilind bûye. Îro Resûlullah şîndarê Filistînê ye; Îro çaverêtiya Pêxemberê hêja yê Îslamê ji Umeta xwe çi ye? Îro Umeta Îslamê ji serok û dewletên xwe çi dixwaze?

Reîsî got: Îro roja Pêngavrakirinê ye; îro rojeke dîrokî ji bo berevaniya qaremanane ji Mizgefta Eqsayê ye. Îro roja şerê Heq dijî Batil e. Îro rejîma sexte ya Îsraîlê Fir'ewna demê û sembola Êfsad Fîl-Erz û hokara rijandina xwîna bêgunehan e.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê  got: Tiştê ku di 5 hefteyên raborî da hatiye serê Xezeyê û hin beşên Rexê Rojavayê Çemê Urdinê, sebeba şerma dîrokê ji bo exlaq û qanûn û însaniyetê ye. Rejîma dagirker bi binpêkirina rêzikên navneteweyî, êrîşeke hemî-alî li dijî Zîvala Xezeyê dest pê kir û heta niha zêdetirî 11 hezar kesî tev kuştine û 3 hezar kes jî hîn di bin kavil û xirbeyan da ne. Pirraniya goriyên êrîşên Îsraîla xesbker jin û zarokên bêguneh ên Xezeyê ne.

Wî di dewamê da xitabî serokên dewletên îslamî-erebî got: Bêguman dewleta Amerîkayê şirîka sereke ya vê cinayetê ye. Îsraîl zarokê nerewa yê Ameîrkayê ye. Ev Amerîka ye ku piştevaniya ji wê li hemberî jiyana pîroz a bi hezaran zarokên mezlûm ên filistînî vebijartioye. Amerîkayê bi damezirandna bilez a kabîneya xwe ya ewlehiyê li erdên dagirbûyî, Rejîma Siyonîst bo operasyona cinayetkarane dijî gelê bêberevan ê Xezeyê han da û ew wek Berevaniya Rewa bi nav kir.

Wî piştra xitabî dewletên îslamî kir û got: Niha ku civatên navneteweyî di bin bandora Amerîkayê da tûşî bêbiryarî û bêtevgeriyê bûne, divê em bixwe bikevin meydanê. Serokê Komara Îslamî ya Îranê Piştra deh rêçare ji bo meseleya Filistînê rêz kirin.

1 - Kiryara herî pêşîn rawestandina tevkujiya li Xezeyê û bidawîanîna êrîşên kor e.

2  -Rakirina tam a dorpêçê û vekirina derbasgeha sînorî ya Refehê bi alîkariya birayên misrî.

3 - Derketina bilez a leşkerên siyonîst ji Xezeyê

4 - Qutkirina her cûre têkiliya siyasî û bazirganî digel Rejîma Siyonîst ji aliyê welatên îslamî va û piştevaniya ji boykotkerên kelûmelên Rejîma Siyonîst.

5 - Dewletên Îslamî divê Artêşa Siyonîstî wek Rêxistina Terorîst bidin zanîn.

6 - Berpakirina dadgeheke edlane ji bo vekolandina cinayetên Rejîma Siyonîst û şopandina rayedarên Îsraîl û Ameîkayê ji ber beşdariya di vê cinayetê da

7 - Damezirandina sindoqekê ji bo jinûva avakirina Xezeyê

8 - Şandina karwanên însandostane ji bo gelê Filistînê

9 - Binavkirinaroja bombebarankirina nexweşxaneyên Xezeyê wek Roja Jenosaydê û Cinayeta Dijî Mirovahiyê

10 - Biçekkirina gelê Filistînê ji bo sekinîna li hemberî dagirkerê şerxwaz di rewşa dewama dagirkeriyê da

Lê rêçareya dawîn avakirina dewleteke filistînî ji ji Deryayê heta Çêm (Ji Behrê heta Nehrê) bi dengê her filistîniyekî ye.

 

Serepeyv