Mijdar 02, 2023 08:07 Asia/Tehran
  • Peyama Amerîka bo Îranê derbarê bûyerên Xezzeyê de:Em daxwaza şer nakin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku ku Amerîkayê ji hin aliyan û ji Îranê re peyamek şandiye û diyar kir ku amerîkiyan gotine ,ji kerema xwe ser hemdê xwe bin û Em daxwaza şer nakin.

Husêyn Emîrabdullahiyan di hevpeyvînekê bi rojnameya New York Timesê re , ragihand ku Amerîka ji hinek aliyan û Îranê re peyamek şandiye ku ya yekem ,ji kerema xweser hemdê xwe bin û ya duyem jî ,em daxwaza şer nakin, lê di pratîkê de  bi xwe li aliyekî şer û  ew jî  di aliyê rejîma dagirker de ne.Emîr Ebdullahiyan her wiha got, Amerîka ne di astekê de ye ku şîretan li kesên din bike ku ser hemdê xwe bibin, lê bi xwe li hember rewşa heyî  de  ser hemdê xwe nabe.Wezîrê karên derve yê Îranê diyar kir ku Amerîka li dû gurrkirina şer e û Amerîka jî bi hevkariya xwe ya siyasî, çek û sîlehî û aborî û leşkerî rejîma Îsraîlê han dide ku şer gurtir bike.Emîr Ebdullahiyan bal kişand ser vê yekê ku cihanîna  operasyona bahoza El-Eqsayê biryara filistîniyan bû, tişta ku biryara Hamasê bona  vê operasyonê di nav axa dagirkirî de cidîtir kir, kiryarên tund ên Netanyahu di mehên derbasbûyî de li dijî xelkê  Filistînî li  Xezzeyê û rexê rojava çemê Urdinê  û bêrêziya li mizgevta Eqsayê ku ji bo misilmanan û heta mesîhiyan cihê pîroz e û hewildana ji bo cihûkirina Mizgefta Eqsayê bû.

Wezîrê karên derve yê Îranê amajeyî cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê jî kir û got: Êrişên  Rêjîma Israîlê li dijî sivîlên li Xezzeyê û rexê rojava divê bê rawestandin, alîkariyên mirovî  derbasî navXezzê  bênkirin di heman demê de rê li ber koçberkirina  bi darê zorê ya xelkê Xezzeyê ji bakur ber bi başûr ve were girtin.

 

Serepeyv