Cotmeh 23, 2023 16:10 Asia/Tehran
  • Wezîrê Berevaniyê yê Îranê: Êrişên hovane yên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê, weke xwekujiya siyasî ye

Wezîrê berevaniyê yê Îranê êrişên hovane yên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezzeyê wek xwekujiya siyasî bi da zanîn û got: Ev rejîma nehs hewil dide bi kuştina zarokan û xelkê bêguneh, tola işkesta operasiyona bêmînak a operasonî û îstixbaratî ya xwe hilde.

Emîr  sertîp, Muhemedriza Qerayî Aştiyanî, wezîrê berevaniya Îranê di peywendiyeke telefonî bi Serleşker Elî Mehmûd Ebas , wezîrê berevaniya Sûriyê re, tevî şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîstî bi taybetî êrişa ser nexweşxaneya El-Muemdanî  li zîvala Xezzeyê got: Rewşa Filistînê  diltezîn e û  dilê hemû misilmanan êşandiye. Sertîp Qerayî Aştiyanî bal kişand ser serketinên Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê Hemasê di operasyona Bahoza Eqsayê û  got: Piştî van serkeftinan Rejîma Siyonîst bi cinayetên xwe yên hovane li Xezzeyê  mahiyeta xwe ya rastîn eşkere kir.

Sertîp Qeayî Aştiyanî bal kişand  ser peywendiya telefonî bi wezîrê berevaniya Iraqê re  û got: Helwesta cidî  a hikûmeta Iraqê û Sûriyê  derheq helwêstên serbixwe û li dijî asayîkirina peywendiyan bi Rêjîma Siyonîst re dikare bo  welatên erebî bibe  mînak, welatên ku  ku dixwazin bi vê rejîmê re peywendiyên xwe asayî bikin.

Serleşker Mehmûd Ebas wezîrê berevaniya Sûriyê jî  ji hevkariyên Komara Îslamî ya Îranê bi mijarên Sûriyê û bereya berxwedanê  sipasî  kir û got: Êrişên Rejîma dagîrker a Israîlê ser Xezzeyê û her wiha  ser firokexaneyên Heleb û Şamê, lawaziya  wan navxweyî bi taybet di meydana  şer de nîşan dide

 

منبع خبر

Serepeyv