Cotmeh 16, 2023 09:07 Asia/Tehran
  • Piştgiriya gelê mezlûm ê Filistînê, Siyaseta micid a Komara Îslamî ya Îranê

Serokê Komara Islamî ya Îranê amajeyî cinayetên hovane yên Rejîma dagîrker a Siyonîst li dijî gelê mezlûm ê Qezeyê kir û piştgiriya ji gelê mezlûm ê Filistînê siyaseta micida Komara Îslamî ya Îranê da zanîn.

Seyd Îbrahîm Reîsî, Serokê Komara Islamî ya Îranê di civîna taxima hikûmetê de got:

Siyaseta hovane ya Rejîma Siyonîstî ya koçberkirina bi zorê ya rûniştiyên Qezeyê ji cihê jidayîkbûna wan, ti carî pêk nayê, lê eva reftareke berovajî hemû  rêzikên navneteweyî û exlaq û prensîbên mirovî ye.

Reîsî  bêdengiya hin hikûmet û civakên navneteweyî li hember cinayetêndijî mirovahiyê yên Rejîma Siyonîstî li dijî gelê Filistînê trexne kir û got  ku kesên ku  baweriya wan bi  Xwedê û wijdanê mirovan heye  an jî yên ku baweriya wan bi  hitbar û rastiya dîrokê heye lê  li  hemberî van cinayetan bêdeng in, bila bizanibin ku  divê îro li ber Xwedayê mezin, wijdanên şiyar û dîwana dîrokê  de  berpirsiyar bibin û bersivê bidin

Serokê Komara Islamî ya Îranê piştgirîya ji gelê mezlûm ê Filistînê, sîyaseta cidî ya Komara Islamî ya Îranê da zanîn û  teqez kir ku  hewil dide  bombebarankirina  navçeyên  Qezeyê  rawestîne  û hewcetiyên  nişteciyên vê navçê  dabîn bikin û pêwîst e hemû welat di vî warî de bi erkên xwe rabin.

 

 

منبع خبر

Serepeyv