Tîrmeh 04, 2023 17:32 Asia/Tehran
  • Şibîkera Reaktora Navokî li Îranê hat çêkirin

Serokê Rêxistina Enerjîya Atomê ya Îranê qala berhemanîna şibîkera reaktora navokî bo cara yekem li Îranê kir.

Li gorî nûçeya IRNA'yê, Muhemed Îslamî Serokê Rêxistina Enerjîya Atomê ya Îranê roja Sêşemiyê di vî warî da got: Ev şibîker di rastiyê da beşeke rasteqîn û bibandor ji pêvajoya cihanîna hêzgeh an reaktoreke navokî ye ku bi şiyana 100 Megawatt a tînê dikare rêveberiya Odeya Kontrola Hêzgehê bigire destê xwe bi rê va bibe.

Serokê Rêxistina Enerjîya Atomê ya Îranê her wiha got: Di pêşerojê da jî planên mezin û hêzgehên navokî dê li Îranê bi cih bên.

 

Serepeyv