Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Eger aqilmendî bi cih were, têkdana hesabên dijmin pêkan e
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Eger aqilmendî bikeve pratîkê, têkdana hesabên dijmin pêkan e.
Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî îro (Yekşemî) di hevdîtina digel fermande û berpirsên payebilind ên hêzên çekdar ên Îranê da, ev hêz li gorî gotina Îmam Elî (S) wek dîwarên qahêm ên welat û gel bi nav kirin û tekez kir: Ev cîgeha gelekî mezin berpirsyarîne giran hevrê digel xwe tîne ku ji şikra Xwedê hêzên çekdar bi qedrgirtina vê mewqiya bi şanazî, mijûlî bicihanîna erkên xwe ne. Wî tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji hereket û pêşketina berdewam di hêzên çekdar da got: Li ti sînoreke xurtbûn û pêşketinê qanih nebin û bêrawestan bi pêş da herin.
Fermandeyê mezin ê gişt hêzên Îranê bi destnîşankirina ayeta Qurana Pîroz, amadetiya hertimî wek fermana Xwedê û sebeba tirsîna dijminan zanî û got: Gef ti wextî bi tamî ji nav naçe, loma divê çiqasî dikarin amadetiyên cûrbicûr zêdetir bikin.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha amadetiya hêzên çekdar wek Pêşîlêgir li hemberî dijminan û hişyariya li hemberî plandarêjên paş sehneya bûyeran tam pêwîst zanî. Wî tevî amajeya bi gotin û kiryara muhtemel a aliyên kêm-hêz, got: Nabe ku bala xwe bidin ser van cûre kiryar û gotinan, belkî divê plandarêjên sereke û paş sehneyê bên dîtin û berçavgirtin. Fermandeyê mezin ê gişt hêzên Îranê tevî amajeya bi gurrkirina şêrr ji aliyê hêzên şerxwaz ên navneteweyî li deverên cûrbicûr ên cîhanê, got: Istkbar li her derê berjewendiyekê bibîne, ji paş sehneyê pevçûnê bi rê dixe.
Lêhûrbûn û baldariya ser bernameyên demdirêj ên dijmin xaleke din a girîng bûn ku Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî xitabî fermande û berpirsên payebilin dên hêzên çekdar tekezî li ser kir. Wî di vî warî da got: Diqet û baldariya li bernameyên pêncsalî an dehsalî baş û pêwîst e, lê divê bernameyên wê yên navîn-dem û dirêjdem bên berçavgirtin û şopandin. Fermandeyê mezin ê gişt hêzên Îranê tevî amajeya bi du şerên ku Amerîkayê derdora du dehsaliyên berê li rojhilat û rojavayê Îranê bi rê xistin, got: Amerîkiyan hin berjewendî li Iraq û Efxanistanê hebûn, lê armanca wan a dawî Îrana îslamî bû ku ji ber bingeh û binaşeya gelekî bihêz a Înqilaba Îslamî, di van bûyeran û armanca xwe ya dawî da tûşî şikestê bûn.
Wî cîgeha niha ya Rejîma Siyonîst wek mînakeke din a van cûre şikestan zanî û got: Operasyona Rejîma Siyonîst dijê filistîniyan di meha Remezana sala bihurî tûşî bertekeke taybet li cîhanê nebû, lê îsal heta li Amerîka û Inglîzê li hemberî cinayetên wê xwenîşandan tên kirin.
Fermandeyê mezin ê gişt hêzên Îranê xafilnebûn ji dijmin hevdem digel baweriya bi vê yekê ku ew dikare tûşî şikestê were, girîng zanî û got: Di ti qonaxekê da nabe ku ji fêl û pîlanên dijmin xafil bimînin.