Cotmeh 25, 2025 18:20 Asia/Tehran
  • Hejmara şehîdan li Zîvala Xezzeyê careka din jorda çû

Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîd u birîndarên vê navçeyê jorda çû.

Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku di 48 saetên buhurî da meytê 19 şehîdî û 7 birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin u meytê 15 şehîdan jî ji bin kavilan hatîye derxistin.

Hejmara şehîd u birîndaran ji ber êrişa Rejîma Sîyonîst a bi xwofirrê ser rojhilata Dêr Belehê li navenda Zîvala Xezzeyê jorda çûye. Bi vî awayî hejmara şehîdan ji destpêka agirbesê va rabû 89 kesî û hejmara birîndaran jî rabû 317 kesî.

Herwiah heta nika meytê 449 şehîdî ji bin kavilan hatîye derxistin.

Bi giştî ji destpêka êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika 68 hezar u 519 kes li vê herêmê hatine şehîdkirin u hejmara şehîdan jî rabûye 170 hezar u 382 kesî. 

Serepeyv