Kolombîya: Piştgirîya ji Filistînê hegera boykotên ji hêla Amerîkayê va ye
Serokomarê Kolombîyayê tawanbarkirina vî welatî bi qaçaxa madeyên hişber ji hêla Amerîkayê va ret kir u got ku ez piştgirê gelê Filistînê me u dijî jonîsayda li Xezzeyê, lewma Waşîngtonê boykot ser welatê me de sepand.
Gostavo Pedro Serokomarê Kolombîyayê sepandina boykotan ji hêla Waşîngtonê ser xwe u malbata xwe da paradoksek bi nav kir u amajeyî hewlên welatê xwe di warê têkoşîna dijî qaçaxa madeyên hişber kir u got: Helbet her kes dizane ku piştgirîya min ji gelê Filistîn u Xezzeyê bûye sedema dilnigeranbûna Trump.
Wî bal kişand ser vê yekê ku hela jî piştgirê gelê Xezzeyê û doza Filistînê ye u got: Ez li dijî jonîsayda li Xezzeyê bûm, ez dijî jînosayda li Kolombîyayê u bi dû aştîyê li welatê xwe me u dijî sîyasetên êrişkerane, dagirkerane u destwerdankerane yên Amerîkayê me, lewma ji hêla Amerîkayê va hatim boykotkirin.