Olyanov: Amerîka u Rejîma Sîyonîst sebebkarê reşa têkildarî dosîya navokî ya Îranê ne
Wekîlê Dayimî yê Ûrsêtê yê Rêxistinên Navdewletî li Vîyenê amajeyî vê yekê kir ku Ser-Rêvebirê Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê (IAEA) yê idî ti raporekê derbara bernama navokî ya Îranê di çarçova Rêkevtinameya Navokî da raber neke, pêgirî kir ku ev rewşa encama destdirêjîya Amerîka u Rejîma Sîyonîst ser Îranê ye.
Mîxayîl Olyanov Wekîlê Dayimî yê Ûrsêtê yê Rêxistinên Navdewletî li Vîyenê pêgirî kir: Konseya Hikimdarên Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê yê nêzî 3 hefteyên din derbara bernama navokî ya Îranê da bicive u ji bo cara yekem e di 10 salên buhurî da ku ew civîna yê di çarçova Biryarnama 2231ê da nebe. Wî herwiha got: Ser-Rêvebirê Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê (IAEA) yê di vê civînê da tenê raporekê derbara bicihanîna rêkevtinameya tam a çavdêrî u lêgerînê raber bike.
Olyanov herwiha pêgirî kir ku ev rewşa yek ji encamên destdirêjîya Amerîka u Rejîma Sîyonîst ser Îranê ye.