Adar 09, 2023 18:34 Asia/Tehran
  •  Îslamî: Welatên rojavayî ‘‘Îrana navokî’’ qebûl kirine

Serokê Sazîya Enerjîya Atomî ya Komara Îslamî ya Îranê dîyar kir ku welatên rojavayî roja îro Îran wek welatekî navokî qebûl kirine û pêgirî kir: “Tenha bijareya welatên rojavayî li hibmerî Îranê dîplomasî ye.”

Serokê Sazîya Enerjîya Atomî ya Komara Îslamî ya Îranê “Mihemed Îslamî” îro got: “Ji bo ku welatek li rex hêza zanistî û teknolojîk bibe hêza aborî, divê bi rastî serbixwe be û heke me hêza zanist û teknolojîyê ya rastî hebe û ew hêza bi awayekî mayînde li pêş bikeve û li rex wê pîşeya xurt ser bingeha zanist û teknolojîyê were avakirin, bê guman yê di gişk war û parametran da bibandor bibe.”

Îslamî dîyar kir ku ji berî Şoreşa Isalmî va heta roja îro, dijmin bi ti awayî hazir nebûne ku em bixwe ardûyê berhem bînin, lê roja îro ev yeka qebûl kirine.

Îslamî herwiha got: “Armanca herî girîng ne boykotkirina aborî belkî armanca sereke têkşikandina vînê ye, lê welatê me roja îro di rêza welatên pêşketî û sereke di warê zanista navokî da ye û heke ev zanista navokî ya welêt neba, roja îro me dê nekarîya karekî ji bo dermankirina wan nexweşana bikira ku hewcedarê wan dermanan in ku bi saya zanista navokî tên berhemanînê, ji ber ku beşa tenduristî û dermankirinê di rêza pêşîn a teknolojîya navokî da ye.”

 

Serepeyv