“Devojeniyên vê dawiyê yên rayedarên Rejîma Siyonîst, binpêkirina mafên mirovan e”
“Emîr-Seîd Îrewanî” Balyoz û Nunerê Dayîmî yê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), devojeniyên vê dawiyê yên rayedarên Rejîma Siyonîst weke binpêkirina mafên navneteweyî û Rêziknameya NY’yê da zanîn.
“Emîr-Seîd Îrewanî” Balyoz û Nunerê Dayîmî yê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) wek berteka li hember gotinên vê dawiyê yên rayedarên Rejîma Siyonîst di nameyekê bo Sekreterê Giştî yê NY’yê û serokê dewreyê yê Konseya Ewlehiyê nivîsî: “Gotinên Serokwezîrê Rejîma Siyonîst derheq bikaranîna hêza eskerî dijî binezasî û Teşkîlata bi aşitî ya navokî ya Îranê, di 21ê Sibata 2023’an de, îdiayên derew ên binpêkirina mafên navneteweyî û wek Rêziknameya NY’yê ye.”
Dîplomatê pilebilind ê Komara Îslamî ya Îranê di beşeke din a vê nameyê de bal kişand ser gotinên Wezîrê Şêr ê Rejîma Siyonîst di 17ê Sibata 2023’an de û gefa zext û zorê bi taybet dijî binesaziyên ne-eskerîl û bingehîn ên Îranê, binpêkirina eşkere ya mafên navneteweyî yên mirovdostane û Rêziknameya NY’yê da zanîn ku yê dûhatên wêranker bo aşaitî û ewlehiya navçeyî û navneteweyî hebe.
Di nameya Nûnerê Dayîmî yê Îranê bo Serokê dewreyê yê Konseya Ewlehiyê hatiye teqezkirin ku Konseya Ewlehiyê ya NY’yê divê bi erkên xwe rabe û eşkere gotinên şerxwazane yên rayedarên Rejîma Siyonîst ku gefek rastîn dijî aşitî û ewlehiya navneteweyî ye, şermezar bike.
Di vê nameyê de hatiye destnîşankirin ku Îran mafê xwe yê rewa û zatî li gor mafên navneteweyî û Rêziknameya NY’yê bo berevaniya ji welatiyan, berjewendî û ewlehiya xwe ya neteweyî û bersiva cidî û vebirr bo her cure gef an kiryara şaş a Rejîma Siyonîst li her der û her wextekê ku pêwîst bizane, ji xwe re parastî dizane.