Sibat 20, 2023 18:00 Asia/Tehran
  • Dahênerên Parka Perdîsê sedî 65 ji hewcetiya welêt bi Împlantên Tîtanyûmê dabîn dikin

Çalakekî warê Berhemanna zanistbingeh di dîzaynkirin û çêkirina cûreyên alavên neştergerî, alavên pizîşkî û odeya emeliyatê da got: “Sedî 65 ji hewcetiya welêt di warê Împlantên Tîtanyûm ji aliyê dahênerên navxweyî li Parka Teknolojîyê ya Perdîsê hatiye dabnkirin.”

Li gorî rapora IRNA’yê ji zarê Malpera “Parka Teknolojîyê ya Perdîsê”, ev çend sal in ku împlantên çêkirî li nav Îranê alîkariya dermankirina nexweşan dikin; împlantên giranbiha ku li dev, rû, qaf û mora piştê di dema ku tûşî zirar û ziyanê bûbin da tên bikaranîn.

“Xosro Muhemedlû” lêkolerê bijartî li Parka Teknolojîyê ya Perdîsê got: “Çêkirina împlantên Tîtanyûm ên dev, rû û qafê mirov ji ber hebûna gellek pirsgirêkan ne pêkan bû, lê bi hewldan û têkoşîna vê navendê û bi armanca bêminetbûna ji derveyî welêt û îcadkirina kar û pîşeyan, ev proje bi veguhestina teknolojiya herî nûjen a cîhanê ji welatên Swîs û Almanyayê bi awayekî serkeftî pêk hat.”

Wî her wiha got: “Çêkirina Împlantên Siparişî (Custom Made) jî li gorî hewcetiya nexweş û li ser siparişkirina pisporê têkildar û bi hevkariya pisporên neştergeriya mejî, dev, rû û radyolojîstan bi dawî hatiye.”

Rêveberê “Şîrketa Îmen Îcaz”ê got: “Niha em sedî 65 ji hewcetiyên bazara împlantên dev û rû û sedî 10 ji hewcetiyên împlanta mora piştî li Îranê dabîn dikin û derdora sedî 15 heta 20ê van berheman jî bo Almanyayê tên hinardekirin. Hemî parçeyên çêkirî ji aliyê me va xwedîyê standardên navneteweyî ne û en niha li dû wergirtina Standarda Ewropî ya CE’yê ne da ku bikarin berhemên xwe rasterast ji Îranê hinardeyî hemî welatan bikin.”

Hêjayî gotinê ye, Şaristana Perdîsê bi gelheya derdora 300 hezar kesî li rojhilatê Tehrana paytext e.

 

Serepeyv