Sibat 09, 2023 15:41 Asia/Tehran
  • 40 hezar babetên jidayîkbûnê encama hewldana lêkoleran ji bo dermankirina nezokîbûnê

Nebûna şiyana fertîlîzasyon û zarokanînê li nav jinan anku “Nezokîbûn” û mêran anku “Xadimtî” ji kêşeyên nasyar li her civakekê ye ku bûye sebeb gelek hevjîn ji hebûna zarok bêpar bin. Lê roja îro û bi saya lêkolîn û xebatên pizîşkî yên nûjen êdî ev kêşe dikare were çareserkirin. Îran jî di vî warî da ji welatên pêşeng e.

Lêkolerên îranî di heyama sê dehsalan hewldana ji bo dermankirina nezokîbûn û xadimtiyê karîn 40 hezar nûzayan xelatî malbatên çavlirê bikin; serkeftina ku bûye sebeb hevjînên nezok û xadim ên ji welatên din ku şiyana wan a zarokanînê tune jî berê xwe bidin Îranê, bi awayekî ku her sal 500 kes ji bo çareserkirina vê kêşeyê tên Îranê.

Li gorî rapora IRNA’yê, 31 sal beriya niha di 8ê Xordada 1370î (28ê Gulana 1992an) Navenda Neştergeriya Sînordar a Royan’ê bi armanca raberkirina xizmetên dermanî bo hevjînên nezok û lêkolîn û hînkariya di warê zanistên têkildarî bûn an nebûna şiyana zarokanîna hevjînan ji aliyê Dr. “Seîd Kazimî Aştiyanî” û komeke lêkoler û hevkarên wî va li “Cîhada Zanîngehî” ya Zanistên Pizîşkî ya Îranê hat damezirandin.

Berhemanîna hucerya herî pêşîn a dermankirina şêrpenceya xwînê, berhemanîna yekemîn dermanê nezokîbûnê ji rêzikên hucreyî anku selûlî, berhemanîna yekemîn formasyona ku jenan vedighezîne nav hucreyê, hucreyên binema yên Mezanşîm (MSC: Mesenchymal stem cells) ji bo dermankirina nexweşiyên movikan, dermankirina nexweşiyên çavan, berhemanîna yekemîn dermanên rêza hucreyî û dermankirina nexweşiya Şêrpenceyê bi hucreyên binema (stem cells) beşeke din ji çalakiyên pizîşkên îranî li Navenda Lêkolînî-Dermanî ya Royan’ê ye.

Dr. “Ebdulhisên Şahwêrdî”, Endamê Desteya Zanistî û Serokê Lêkolîngeha Royan’ê ya Cîhada Zanîngehî di vî warî da got: “Di zêdetir ji 30 salên ku ji damezirandina Lêkolîngeha Royan’ê derbas dibin da nêzikî 40 hezar babetên zarokanînê li vê navendê hatine tomarkirin. Salê ji 400 heta 500 hevjînên derveyî yên nezok an xadim serdana Royan’ê kirin û hatin dermankirin.”

“Şahwêrdî” destkefteke din a Lêkolîngeha Royan’ê “Banka Xwîna Benê Navikê” bi nav kir .

 

Serepeyv