Sibat 08, 2023 14:56 Asia/Tehran
  •  Dîmenên herî pêşîn ên kişandî bi rêya Setlayta Xeyyam'ê hatin weşandin

Rêxistina Fezayî ya Îranê dîmenên herî pêşîn ên ku bi rêya Setlayta Xeyyam'ê va hatine kişandin, belav kirin.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Li gorî dîmenên belavbûyî ji aliyê Rêxistina Fezayî ya Îranê, diqeta wênekişandinê ya Setlayta Xeyyam'ê 1 Metr e.

Setlayta Xeyyam'ê ya bi giraniya 600 kîlogramê di roja 9ê Tebaxa 2022an da bi mûşeka rûsî ya setlayhilgir a Soyuzê bo xolgeha 500 kîlometriya Erdê hat avêtin. Li gorî ragihandina Rêxistina Fezayî ya Îranê, biryar e Setlayta Xeyyam'ê heta 5 salan dane û dîmenên berhevkirî di warên çandinî, çavkaniyên sirûştî, jîngeh, çavkaniyên avê, maden û şopandina sînoran, her wiha bûyerên çaverênekirî û hêzên berevaniyê bişîne.

Îranê di çar dehsaliyên derbasbûyî da pêngavine berbdewam û ber bi pêşketinê di warê bidestxistina teknolojiya fezayî rakirine.

Her çend ku dijminan bi cûreyên boykotan hewl dane rê li ber pêşketinên aborî û zanistî ji wan pêşeya fezayî ya Îranê bigirin, lê tevî hebûna gişt sînordarî û zextan, Komara Îslamî ya Îranê cûreyên teknolojiyên fezayî û têkildarî fezayê bi dest xistine ku divê wek serkeftineke mezin ji bo Îrana îslamî bê zanîn.

 

 

Serepeyv