-
Çinîna Goriz an jî Gula 'Zimanê Ga' li Êşkêvera Gîlanê
Nîsan 24, 2025 10:59Devera çiyayî ya Êşkêverata Rehîm-Avayê ya ser bi Rûdsera Parêzgeha Gîlanê bi 490 donim rûbera di bin çandiniyê de û çinîn û hilberîna 245 tonan, wek cemsera çandin û berhemanîna Goriz/Gûzirwan an jî Gula 'Zimanê Ga' li Îranê tê naskirin.
-
Ekrana giştî ya dawîn beşa Rêzefîlma Pêtextê
Nîsan 17, 2025 11:05Ekrana gelemperî ya beşa dawîn a Rêzefîlma Pêtext-7 bi amadebûna komeke lîstikvanên vê rêzefîlmê êvara Çarşemiyê, 16ê Nîsana 2025an, li Hola Komcivînan a Birca Mîladê ya Tehranê hat lidarxistin.
-
Meşqa 110 hezar kesî ya 'Rêwiyên Qudsê'
Çile 11, 2025 13:58Meşqa 110 hezar kesî ya 'Rêwiyên Qudsê' nîvroja Îniyê, 10ê Çileya 2025an, bi beşdariya Besîciyên paytextê, cîhadger, endamên Tabûrên Îmam Hisên (S), Beyt ul-Muqedes, Îmam Elî (S) û Tabûrên Fatihînê û çîn û qatên gel li Tehranê hat lidarxistin.
-
Rêzgirtina yekemîn salvegera Serdarê şehîd 'Seyîd Rezî Mûsewî'
Kanûn 28, 2024 13:19Rêûrisma rêzgirtina yekemîn salvegera serdarê şehîd 'Seyîd Rezî Mûsewî' êvara Îniyê, 27ê Kanûna 2024an, bi amadebûna emîr sertîp 'Ezîz Nesîrzade' Wezîrê Berevanî û Piştevaniya Hêzên Çekdar li Mezargeha Îmamzade Salih (S) a Tecrîşêa Tehranê hat lidarxistin.
-
Komcivîna 'Mekteba Nesrullah'
Mijdar 09, 2024 17:20Komcivîna navneteweyî ya 'Mekteba Nesrullah' roja Şemiyê, 9ê Mijdara 2024an, hevdem digel çilema şehîdbûna Seyîd Hesen Nesrullah bi amadebûna Muhemed-Baqir Qalîbaf Serokê Meclîsa Şêwra Îslamî, Xulamhisên Muhsinî Êjeyî Serokê Sazîya Dadweriyê, Serdar Îsmaîl Qaanî Fermandeyê Sipaha Qudsê, Seyîd Ebas Eraqçî Wezîrê Karên Derve û komeke rayedarên welêt û ramanwerên ji 13 welatan li Salona Civîna Serokan a Tehranê tê lidarxistin.
-
Çinîna Gula Zeferanê li Azadşehrê
Mijdar 05, 2024 16:37Çinîn û berhevkirina Gula Zeferanê li zeviyên gundê Wamnanê li Şaristana Azadşehrê ya Parêzgeha Gulistanê wek cemsera berhemanîna vî giyayê dermanî dest pê bûye. Zeferan giyayekî çendsalî ji rêza Zembeqan e ku di pêşeyên çêkirina xwarinê, patina şîeaniyan, dermansazî û pêşeyên din da tê bikaranîn. Gundê navbirî anku Wamnan dikeve 150 kîlomitriya bajarê Gurganê, navenda Parêzgeha Gulistanê li bakurê rojhilatê Îranê.
-
Meşa 13ê Abanê li seranserî welêt
Mijdar 03, 2024 17:29Meşa Yewmullaha 13ê Abanê (3ê Mijdarê), "Roja Neteweyî ya Têkoşîna dijî Îstikbara Cîhanî" bi dirûşma "Amerîka mihwera Şerûtiyê li Cîhanê" Yekşemiyê, 3ê Mijdara 2024an, bi beşdariya xwendevan, xwendekar û çîn û qatên cûrbicûr ên gel li seranserî Îranê hat lidarxistin.
-
Hevdîtina komeke Malbatên Şehîdên Ewlehîyê digel Rêberê Şoreşê
Cotmeh 27, 2024 17:48Komeke Malbatên Şehîdên Ewlehiyê sibeha Yekşemiyê, 27ê Cotmeha 2024an, bi amadebûna li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (RE) digel Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Şoreşa Îslamî hevdîtin pêk anîn.
-
Pêşangeha 'Hema wisa; Bahoz' hat vekirin
Cotmeh 22, 2024 17:43Pêşangeha navneteweyî ya poster û wênesziyê ya 'Hemas wisa; Bahoz'ê li Bazineya Hunerî ya Şoreşa Îslamî ya Îranê hat vekirin. Ev pêşangeh bi çavdêriya 'Sabir Şêx Rezayî' hatiye lidarxistin û şiroveya hunermendan ji bûyerên yek sala derbasbûyî piştî Operasyona 'Bahoza Eqsayê' ye. Ev berhem ji aliyê 47 hunermendan ji welatên cûrbicûr û 33 hunermendên îranî va hatine bijartin.
-
Şehîd Yehya Sênwar; Rêberê Tevgera Hemasê û Mîmarê operasyona mezin a Bahoza Eqsayê
Cotmeh 21, 2024 16:08Yehya Îbrahîm Sênwar ji kesayetên herî nasyar ên tevgera Hemasê bû ku bi bawera karzanan xwedî kulmeke hesinî bû û guherînên mezin pêk dianî.