“Rapora derheq êrişa idiayî ser Douma’yê li gor çavkanîyên nerewa hatîye amadekirin”
Wekîlê Îranê li NY’yê got: “Rapora derheq êrişa idiayî ser Douma’yê ser bingeha çavkanîyên nerewa hatîye amadekirin”
Balyoz û Wekîlê Dayimî yê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) got: “Rapora tîma Lêkolîn û Pêderxistinê ya ser bi Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ku di 27ê Çilleya îsal da hat belavkirin, wekî raporên berê yên wê, ser bingeha çavkanîyên nerewa û bêyî encama qanûnî ya pêwîst hatîye amadekirin.”
Balyoz û Wekîlê Dayimî yê Îranê li NY’yê “Emîrseîd Îrewanî” şeva buhurî di civîna Konseya Emnî ya NY’yê têkildarî dosyeya kîmyewî ya Sûrîyê da got: “Sedema mixabinîyê ye ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî agahîyên rast û bawerpêkirî ku hikûmeta Sûrîyê derheq bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla komên terorîst va raber kiribûn, berçav negirtine û eyan e ku heke lêzanîn di dema pêwîst da bihatana hilkolandin, dewsa veşartina kiryarên komên terorîst, yê biba sedema jinavçûna wan.”
Wî herwiha got: “Berpirsîya sereke ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ‘‘Jinavbirina çekên kîmyewî wek rukna yekê ya konvansîyonê’’ ye, lê hewlên wê bi hegera derengxistina Amerîkayê wek tenha xwedîyê sereke yê wan çekên dijî mirovan pêrgî berbendê bûye, lewma helwesta Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî bi xereza sîyasî, yê balê ser vê babeta pêwîst bixalifîne û bixe xizmeta berjewendîyên Amerîkayê.”