Sibat 01, 2023 16:37 Asia/Tehran
  •  Berhemanîna Zanistbingeh | Yekem amûra Neştergeriya Şêrpenceyê ya tevav-îranî

Serokê Lêkolîngeha Elektronîka Şêrpenceyê ya Zanîngeha Tehranê got: “CDP yekem amûra neştergeriya Şêrpenceyê ya tevav îranî li cîhanê ye û heta nika 20 heb ji vê amûrê radestî navendên dermanî hatine kirin an tên kirin.”

Li gorî rapora Mehr News’ê, “Muhemed Ebdul-Ehed” Serokê Lêkolîngeha Elektronîka Şêrpenceyê ya Zanîngeha Tehranê di hevdîtina roja Duşemiyê ya komeke karsaz, berhemêner û dahênerên zanistbingeh digel Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamîda, got: “Pergala naskirina dorhêlên lewitî bi Şêrpenceya Memikan anku “CDP” (Cancer diagnostic probe) di dema emeliyata neştergeriyê bi alîkariya hîskera elektrîkî ya bi pêkhateya Nano’yê, xwedîşiyana naskirina dorhêlên lewitî û girêkên lîmfî (Toşpîyên Lîmfî) yên pêketî di dema neştergeriyê da ye.”

Serokê Lêkolîngeha Elektronîka Şêrpenceyê ya Zanîngeha Tehranê amajeyî vê yekê kir ku “CDP” yekem amûra di warê Neştergeriya Şêrpenceyê ya tevav-îranî li cîhanê ye û got: “Ji pêkhatin û selimandina hizr û îdeya zanistî ya seretayî li ser bingeha Pîvandina Elektrîkî ya Metabolîsma Selûlî heta berhema klînîkî ya dawî 8 sal berdewam dem hatiye terxankirin.”

Muhemed Ebdul-Ehed her wiha got: “Girîngiya CDP’yê ji ber wê yekê ye ku şêrpenceya herî berbelav û nasyar li cîhanê Şêrpenceya Memikan an jî ‘Kansera Memikan’ e û rêjeyeke watedar ji tûşbûnên ducarî bi wê li cihê neştergeriya berêdiqewime. Di heyama 3 sal xebitandina CDP’yê li navendên nasyar ên neştergeriyê yên welêt da, şiyana naskirina dorhêlên lewitî bi Şêrpenceyê di dema neştergeriyê da li van navendan, xasma li nexweşên ku beriya emeliyata neştergeriyê,ketine bin rêbaza dermanî ya Kîmya-Dermaniyê, sedî 30 zêde bûye.”

 

 

 

Serepeyv