Çile 18, 2023 16:19 Asia/Tehran
  • Bo cara yekem “Pergala Kontrol û Hişyariyê ya Pizîşkiya Çavan” hat dîzaynkirin

Rêveberê Navenda Biyoteknolojiya Pizîşkî-Dermanî ya Parka Zanist û Teknolojiyê ya Parêzgeha Xûzistanê ragihand ku bo cara yekem li Îranê Pergala Kontrol û Hişyariya Pizîşkiya Çavan ji aliyê kompaniyeke Zanistbingeh a xûzistanî va hatiye dîzaynkirin.

Husên Yezdanî Rêveberê Navenda Biyoteknolojiya Pizîşkî-Dermanî ya Parka Zanist û Teknolojiyê ya Parêzgeha Xûzistanê li Pêşangeha Destkeftên Lêkolîn û Teknolojiyê ya Parêzgeha Xûzistanê (başûrê rojavayê Îranê) di gotûbêja digel ISNA'yê da got: “Navenda Biyoteknolojiya Pizîşkî-Dermanî ya Parka Zanist û Teknolojiyê ya Xûzistanê di sala 1399an (2021) da hat vekirin. 25 kompaniyên dahêner û zanistbingeh li vê navendê çalak in û her yek ji wan di beşeke pizîşkî, dermanî û tenduristiyê da çalak e.”

Rêveberê Navenda Biyoteknolojiya Pizîşkî-Dermanî ya Parka Zanist û Teknolojiyê ya Parêzgeha Xûzistanê got: “Kompaniya Zanistbingeh a bi navê 'Bîna-Senciş-Vîra' di warê Hişê Çêkirî û teknolojî û robotîka pizîşkî da çalak e. Gelek çalakiyên vê kompaniyê di kontrolkirina nexweşîne weke Glaucoma'ya çavan (derketina ava reş di çavan da), Pîrbûna Çavan anku ‘Presbyopia’ (kêşeya dîtinê di temenê dirêj da) û nexweşiyên din ên têkildarî çavan hebûne û li ser nexweşiyên taybet ên weke Ortopedî û Wênekişandina Pizîşkî jî çalakiya xwe dest pê kiriye û modela Android û Windows'ê ya pergalên hişmend di Pizîşkiya Çavan da dîzayn kiriye. Modela wê ya alavî jî wek alîkarê pizîşkê çavan dixebite û li navçeyên bi derfetên kêm ji hêla optometrîstî û pizîşkiya tenduristiyê dikare were bikaranîn.”

Wî got: “Ev pergal bo cara yekem li welêt hatine dîzaynkirin, ji ber ku ti pergaleke kontrolkirin û hişyariyê ji bo çavan tuneye.”

 

 

Serepeyv