Geşepêdan û vejiyandina çavkaniyên xwezayî bi potensiyela Kompaniyên Zanistbingeh
Alîkarê Beşa Parastin û Karûbarên Erdan li Rêxistina Çavkaniyên Xwezayî û Avbendiyê ya Îranê got: Me bala xwe daye ser bikaranîna potensiyela Kompaniyên Zanistbingeh ji bo hişmendkirin, naskirin û rawestandina guherandina bêdestûr a karayîya erdên çandiniyê û çavkaniyên xwezayî û cihanîna bernameya vejiyandin û zengînkirina çêregehan.
Li gorî rapora IRNA'yê, Husên Mîr-Recebî Alîkarê Beşa Parastin û Karûbarên Erdan li Rêxistina Çavkaniyên Xwezayî û Avbendiyê (watershed) ya Îranê bal kişande ser pêvajoya kiryaran ji bo bikaranîna potensiyelên Kompaniyên Zanistbingeh û got: Piştî ragihandina sozan bo warên têkildar li vê rêxistinê û wergirtina lîsteya Kompaniyên Zanistbingeh ên xwedanmerc ji Cîgirtiya Zanist û Teknolojiyê ya Serokomartiyê, Komîteya Cîhada Zanistbingehkirina Beşa Çandiniyê û Çavkaniyên Xwezayî li Wezareta Cîhada Çandiniyê hat damezirandin û berpirsyariya cihanîna soza hişmendkirin, naskirin û rawestandina guhertina bêdestûr a karayîya erdên ku wek çavkaniyên xwezayî tên naskirin, ketiye ser ustiyê Serokê Rêxistina Çavkaniyên Xwezayî.
Wî her wiha bal kişande ser lîsteya bernameyên cihanînê yên têkildar ji bo serêxwegirtina sozan di çarçoveya heft bernameyan pêkhatî ji Kontrolkirina Hişmend û Şopandina Çavkaniyên Xwezayî, Amadekirin û Cihanîna Bernameya Vejiyandin, Baştirkirin û Zengînkirina Çêregehan, Îcadkirina Pergala Giştalî ya Rêveberiya Çavkaniyên Xwezayî, Kemilandin û Birêxistina Navenda Neteweyî ya Dispatching'ê, Xwecihîkirina Alavên Kontrolkirina Êgir, Berfirehkirina Înterneta Tiştan (Internet of things) û Avdana Nemamistanê bi awayê Hişmend li gorî biryarên Komîteya Cîhada Zanistbingehkirina Beşa Çandiniyê û Çavkaniyên Xwezayî li Wezareta Cîhada Çandiniyê û got: Ji bo bicihhatina van bernameyan bi giştî hewcetî bi 311000 miliyon riyalî krediyê heye.