Çile 02, 2023 18:47 Asia/Tehran
  • Wezareta Cîhada Çandiniyê: Îsal asta berhemanîna birinc sedî 30 zêde bûye

Wezareta Cîhada Çandiniyê ya Îranê qala zêdebûna sedî 30 ya berhemanîna birinc di sala 1401ê da kir û ragihand: Navgîna bihayê firotina cûreyên birinc ên pirr-berhem ji hêla biha va ti ciyawaziyek digel cûreyên îdxalkirî ji derveyî welêt tunene û carinan kêmtir jî bûye.

Li gorî rapora IRNA'yê, Cîgirtiya Zera'etê ya Wezareta Cîhada Çandiniyê ya Îranê ragihand: Îsal derdora 2 miliyon û 300 hezar ton birincê sîs li welêt berhem hatiye ku anegorî sala pêş sedî 30 zêdetir e.

Li gorî hewcetiya welêt bi birincê sîs (derdora sê miliyon ton), her sal derdora miliyonek ton cûreyên birinc jî bi rêya kirrîna ji derveyî welêt tê dabînkirin.

Xuya ye ku ji ber xercên berhemanînê, bihayê birinc li bazara navxweyî bi awayekî ye ku cotkarên birinc tûşî ziyan û zirara ji ber daketina bihayê wî nayên.

 

Serepeyv