Kanûn 12, 2022 10:21 Asia/Tehran
  •  Sebebkarê şehîdkirina şehîd Zeynalzade û Rezazade li ber çavê gel hat darvekirin

Sebebkarê şehîdkirina şehîd Zeynalzade û Rezazade îro li ber çavê gel hat darvekirin.

Roja 17ê Mijdarê Mecîdreza Rehneverd li kolana Horê Amilî ya bajarê Meşhedê, navenda parêzgeha Xorasana Rezewî, bi kêrê êrîşî ser hêzên parêzvanê ewlehiyê kir û Huseyn Zeynalzade bi çend derbeyên kêrê yên li dû hev li serî û gerden û bedenê û piştra jî Daniyal Rezazade bi derbeya kêrê li gerdenê şehîd kir.

Vî terorîstî li êrîşa xwe ya terortîstî çar kesên din jî ku di rêya wî da bûn birîndar kirin û piştra ji cihê bûyerê revî.

Li gorî daxwaza sizayê, Mecîdreza Rehneverd bi Miharibeyê bi rêya rakirina çeka sar ji cûreya kêrê bi li dijî canê gel ku di encamê da bû sebeba şehîdbûna Daniyal Rezazade û Huseyn Zeynalzade û birîndarbûna 4 kesên din, hatibû tawanbarkirin.

Mecîdreza Rehneverd îro hat darvekirin.

 

Serepeyv