Kanûn 02, 2022 18:52 Asia/Tehran
  • Kenanî: Zengilên xeterê bo Rejîma Siyonîst û alîgirên wê hatine lêdan

 Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê got: Zengilên xeterê bo Rejîma Siyonîst û alîgirên wê hatine lêdan.

Nasir Kenanî, Berdevkê Wezareta derve ya Îranê roja Îniyê di twîtekê de nivîsî: Zengilên xeterê bo Rejîma Siyonîst û alîgirên wê hatine lêdan, qeyran û astengiya siyasî û ewlehiya navxweyî li Îsrayîlê,

pekiyana berxwedana dijî dagirkeriyê ji Xezeyê bo Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û erdên dagirbûyî yên 1948'an, cîhanîbûna nefreta ji Rejîma Îsrayîlê ku hin berûlayên wê li kêlekaKupa Cîhanî ya Fûtbola 2022an li Qeterê tên dîtin.

 Kenanî destnîşan kir: Pêgiriya Rejîma Siyonîst a cihêkar û alîgirên wê ser tirsandina ji Îranê, hewildana bêencam bo xalifandina raya giştî ji meseleya Filistînê û henasepêdana bo Îsrayîla li ber mirinê ye û hewilana rejîma Îsrayîlê bi piştgiriya rejîma Amerîkayê bona lihevkirin bi hejmareke zêde ji dewletan, dê bandorê ser kêmkirina kîn û nefreta gelên cîhanê ji vê rejîmê û mahiyeta wê ya narewa tinebe. Serketiyê Kupa Cîhanî yê rasteqîn, gelê Filistînê ye û têkçûyiya wê jî Rejîma Siyonîst e.

 

Serepeyv