Cotmeh 24, 2022 15:19 Asia/Tehran
  •  Teknolojiya navokî ya Îranê tevî astengîderxistina dijminan ber bi pêşketinê ye

Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê tekez kir: Teknolojiya navokî di warên cûr bi cûr da tê bikaranîn û yek ji van waran tîrêjdana bo berhemên cûr bi cûr e.

 

Bi beşdariya Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê cihê yekemîn navenda tîrêjdanê ya parêzgeha Farisê li Şîrazê hat diyarkirin. Ev navend dê bikare dê bikare bi tîrêjdana bo alavên bijîşkî û senetî, wan ji bo bikaranînê ewleh bike.

Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê di vê rêûrismê da got: Tîrêjdan di beşa dexl û dan û berhemên xwariniyê da jî ku bi awayekî taybet bandora rasterast li tenduristiya gel dike, dexl û dan û berhemên cotkariyê dijî afet dike û temenê wan ji bo bikaranînê zêdetir dike.


Muhemed Îslamî her wiha got: Teknolojiya navokî berovajiya propagandaya dijminan û eva ku Îranê tawanbar dikin ku naxwaze enêrjiya navokî bi awayê aştiyane bi kar bîne, li Komara Îslamî ya Îranê pêş ketiye.
 

Serepeyv