Tebax 03, 2022 17:40 Asia/Tehran
  • Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê: Şanda danûstandinan a Îranê diçe Viyenê

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir ku ji bo dewamkirina muzakereyan û rakirina dorpêçên hovane yên li ser gelê Îranê, şandeya muzakereyên Îranê diçe Viyenê.

Li gorî rapora IRNA`yê, "Nasir Kenanî" berdevkê wezareta karên derve ya Îranê îro (çarşemê) got: Di çarçoveya siyaseta rakirina dorpêçên zalimane yên dijî Îranê de, heyeta muzakereyê ya Komara Îslamî ya Îranê bi serokatiya "Elî Baqirî Kenî" alîkarê wezîrê derve yê Îranê dê biçe Viyenê.

Li gorî gotina Kenanî: Di vê gera gotûbêjan de ku dê wek berê bi hemahengiya Yekîtiya Ewropayê birêve biçe, derbarê nêrînên aliyan û ji wan fikr û îdeyên ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hefteya borî hatin pêşkêşkirin, dê gotûbêjek çêbibe.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, careke din li ser îradeya Komara Îslamî ya Îranê ji bo bidestxistina lihevhatineke bi îstîqrar ku maf û berjewendiyên gelê Îranê garantî dike, teqez kir û hêvî xwest ku aliyên hember jî biryarên pêwîst û cidî ji bo çareserkirina pirsgirêkên mayî bidin û şert û mercê ji bo pêşketina diyalogên bi bandor pêk bînin.

Serepeyv