Elî Baqirî Muakirekerê payebilind ê Îranê got, "Heke aliyên himber rastiyan bibînin, Îran ti berbendekê ser rêya destpêkirina muzakireyan nabîne."
Alîkarê Siyasî yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê di twîtekê da qala gotûbêja xwe digel hevpêşeyên xwe di Troîkaya Ewropî da li Imaratê kir.
Cîgirê berpirsê siyaseta derve yê Yekîtiya Ewropayê "Enrique Mora" ragihand ku ji bo gotûbêjkirina pakêta ku ji aliyê Brukselê ve ji bo rêketinama navokî ya bi Îranê re hatiye pêşniyarkirin, diçe Viyenê.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir ku ji bo dewamkirina muzakereyan û rakirina dorpêçên hovane yên li ser gelê Îranê, şandeya muzakereyên Îranê diçe Viyenê.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê duh got: Elî Baqirî Kenî alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve û berpirsê muzakirên navokî yê payebilind ê Komara Îslamî ya Îranê sêşemê (îro) diçe Dûhaya paytexta Qeterê.
Koordînatorê Yekîtiya Ewropayê ji bo danûstandinên nukleerî bi Îranê re Enrique Mora, li Têhranê gotûbêjên xwe bi cîgirê wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Baqirî berdewam dike.
Cîgirê Berpirsê Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê ku serdana Tehranê kiriye, bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê re civiya.
Elî Baqirî Kenî Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê ku ji bo beşdariya li gotûbêjên rakirina dorpêçan li Viyenê ye, êvariya roja duşemê (bi dema herêmî) bi Wezîrê Derve yê Awusturya Alexander Schallenberg re hevdîtin pêk anî.
Di dewama gera heştem a gotûbêjan li Viyenê de, “Elî Baqirî” û “Enrique Mora” dîsa bi hev re rûniştin ji bo gotûbêja ser Rêkeftina Navokî û piştî wê jî Îran ligel sê welatên Ewropa û Yekîtiya Ewropayê civînekê pêk anîn.
Civîna desteya bilind a danûstandinan a Komara Îslamî ya Îranê û nûnerên koma 4+1 li Viyenê hat lidarxistin.