Çîn pêşwaziyê li helwesta Îranê ya derbarê Taywanê dike
Balyozê Çînê li Têhranê di peyamekê de pêşwaziya helwesta Îranê li ser mijara Taywanê û serdana Nancy Pelosi Seroka Meclisa Amerîkayê bo vê giravê kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, Çang Hua sefîrê Çînê li Têhranê sêşemiyê bi şev li peyamekê li ser rûpela xwe ya Twîtterê nivîsî: Em helwesta Îranê li mehkûmkirina kiryara tehrîkker a Amerîkayê û destêwerdanên vî welatî li karên navxweyî yên Çînê, bilind dinirxînin.
"Nasir Kenanî Çafî" berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, roja sêşemiyê li berteka li hember serdana Nancy Pelosi, seroka meclisa nûnerên Amerîkayê bo Taywanê, got: Rêzgirtina li serweriya neteweyî ya welatan yek ji prensîbên bingehîn ên Peymana Netewên Yekgirtî ye, bi awayekî ku madeya 2 ya destûra NYê, endamên vê rêxistinê hişyar dike ku xwe ji her reftarek ku zirarê dide yekparçeyiya axa û serxwebûna siyasî ya dewletên din dûr bigirin.
Kenanî her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê rêzgirtina li yekparçetiya axa welatan yek ji bingehên siyaseta xwe ya derve dibîne û piştevaniya ji siyaseta Çîna yekgirtî di vê çarçoveyê de, bê şik û guman e.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, reftarên vê dawîyê yên ku rayedarên rejîma Amerîkayê di destêwerdan di karûbarên navxweyî yên Çînê de û binpêkirina yekparçeyiya axa wî welatî dikin, mînaka destwerdanên Amerîkayê li navçe û welatên cuda ye ku tenê bêîstiqrarî zêde dike û nakokiyan gur dike û ev destwerdan tên şermezarkirin.