Roja şemiyê bi dema herêmî, Serokê Amerîkayê Joe Biden dengê xwe li yek ji navendên dengdanê yên Meclîsa Nûneran a Amerîkayê li bajarê Wilmington, li eyaleta Delaware, da.
Balyozê Çînê li Têhranê di peyamekê de pêşwaziya helwesta Îranê li ser mijara Taywanê û serdana Nancy Pelosi Seroka Meclisa Amerîkayê bo vê giravê kir.
Wezareta Derve ya Çînê gazî balyozê Amerîkayê li Pekînê kir ji bo şermezarkirina serdana Seroka Meclisa vî welatî Nancy Pelosi bo Taywanê.
Wezareta Derve ya Çînê serdan seroka Encûmena Nûneran ya Amerîkayê Nancy Pelosi bo Taywanê wek “gefekê bo ser ewlehiya navdewletî” bi nav kir û got, Taywan û Amerîka “bi agir dilîzîn.”
Tevî gefên tund ên Çînê, balafira serbazî ya Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi gihîşte Taywanê û sibê dê bi serokê wê re bicive.
Seroka Meclîsa Nûneran a Amerîkayê wek berteka bo dengê neyînî yê hin komarîxwazan bo mehkemekirina Donald Trumpê serokomarê berê yê Amerîkayê li dadgeha Senayê, got: Komeke komarîxwazên tirsonek bûn sebeb Trump were bêgunehzanîn.
Seroka Meclîsa Nûneran a Amerîkayê (Kongre) piştgirên Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ku di meha Çileyê da beşdarî êrîşa li ser Kongreyê bûn, wek Têrorîstên Navxweyî da zanîn.
Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi bang li Donald Trump kir û got, “Tu ne li Koreya Bakur, Tirkiye ne jî li Rûsyayê yî, tu li Amerîkayê yî.”