Hilbijartinên navîn ên Amerîkî / Biden dengê xwe da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i337362-hilbijartinên_navîn_ên_amerîkî_biden_dengê_xwe_da
Roja şemiyê bi dema herêmî, Serokê Amerîkayê Joe Biden dengê xwe li yek ji navendên dengdanê yên Meclîsa Nûneran a Amerîkayê li bajarê Wilmington, li eyaleta Delaware, da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 30, 2022 10:14 Asia/Tehran
  • Hilbijartinên navîn ên Amerîkî / Biden dengê xwe da

Roja şemiyê bi dema herêmî, Serokê Amerîkayê Joe Biden dengê xwe li yek ji navendên dengdanê yên Meclîsa Nûneran a Amerîkayê li bajarê Wilmington, li eyaleta Delaware, da.

Hilbijartinên nav-demê yên Amerîkayê biryar e di 8ê Mijdarê de bên kirin. Di vê hilbijartinê de dê her 435 kursiyên Meclisa Nûneran û 35 kursiyên ji 100 kursiyên Senatoyê bên rikberîkirin. Hevdem namzedên her du partiyên Komarî û Demokrat dê li 36 eyaletên Amerîkayê ji bo wergirtina posta walîtiyê hevrikiyê bikin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Biden li axavtineke kin de hêviya xwe anî ziman ku têkçûna muhtemil a berbijarên partiya wî (Partiya Demokrat) tu astengî ji bo bername û planên wê yên siyasî yên xeyal bilind çêneke.

Di vê navberê de; Roja Şemiyê, Joe Biden êrîşa li ser mala Seroka Meclisa Nûneran Nancy Pelosi û birîndarkirina hevjînê wê bi şermezarî û bi nefretdi da zanîn û sergirtî alîgirên “Donald Trump” bi êrîşa li ser mêrê seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê tawanbar kir.

Biden di axaftinên xwe de ji bo germkirina hilbijartinên Amerîkayê di berjewendiya Demokratan de got: "Îsal ne bi awayekî sembolîk, lê bi rastî dê deng li ser demokrasiyê bê dayîn."