Seîd Îrevanî bû nûnerê Îranê li NY
Tîrmeh 24, 2022 13:46 Asia/Tehran
Seîd Îrevanî bû balyoz û nûnerê nû yê Komara Îslamî ya Îranê li NY.
Li gorî rapora IRAN Pressê, bi bidawîhatina memûriyeta Mecîd Text Rewançî, Seîd Îrevanî bû balyoz û nûnerê nû yê Îranê li NY.
Seîd Îrevanî pêştir berpirsyariyên weke kardarê Îranê li Iraqê, sekreterê Konseya stratejîk a pêwendiyên derveyî û alîkarê ewlehiya neteweyî û siyaseta derveyî ya sekreterxaneya Konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê girtiye ustiyê xwe.