Tîrmeh 23, 2022 22:42 Asia/Tehran
  • Kenanî Çafî: Terorîstên perdenişîn negihiştin armancên xwe yên xerab

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Terorkirina nemirovane û tirsonek a lehengên desthilatdariya zanistî ya Îranê, nebûn sedem ku terorîstên li pişt perdeyê bigihêjin armancên xwe yên xerab.

Nasir Kenanî Çafî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, roja şemiyê, li ser salvegera terorkirina şehîd Daryûş Rizayinijad, yek ji şehîdên pîşesaziya navokî ya Îranê, li twîtterê de got: geşepêdana pîşesaziya navokî ya aştiyane ya "Îrana bihêz” ji ber têkoşîna kesên wekî Rizainejad e.

Îro Şemiyê (23’ê Tîrmehê) salroja terorkirina şehîd “Dariyûş Rezeynejad” yek ji şehîdên pîşesaziya navokî ya Îranê ye.

Şehîd Rizayî Nejad 23`ê Tîrmeha 2011`an li Têhranê li ber çavê hevjîn û zarokê wî ji aliyê terorîstên Rejîma Siyonîstî ve şehîd bû.

Muhemed Îslamî serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê duhî li hevdîtina bi malbata vî şehîdî ra diyar kir ku şeref û îqtîdara Îranê bi saya şehîdên zanistî û ji wan şehîd Rizayinijad e û got: Di van demên dawîn de welatên îstîkbarî îtîraf dikin ku destkeftên Komara Îslamî ya Îranê di warê navokî de tiştek e ku ji Îranê nayê girtin û tunekirin.

Serepeyv