NY sipasiya Îranê ji ber hewildanên erênî di mijara penaberan da kir
Serokê Ofîsa Nûnertiya Komîsaryaya Bilind a NY di karûbarên penaberan li Meşhedê (bakûrê rojhilatê Îranê) sipasiya Îranê ji ber hewildanên erênî di mijara penaberan da kir.
Maha Kaşûr, Serokê Ofîsa Nûnertiya Komîsaryaya Bilind a NY di karûbarên penaberan li Meşhedê di merasima vekirina pêşangeha destkeftên penaberên efxanistanî ku hevdem di gel Roja cîhanî ya Penaberan li vî bajarî hati lidarxistin da, got: Hewildan û çalakiyên Komara Îslamî ya Îranê di 40 salên derbasbûyî da li warê penaberan şayanî pesndanê ye û di yek sala derbasbûyî da û piştî pêkhatina rewşa taybet li Efxanistanê herî zêde bûye.
Alîkarê Rêveberiya karûbarên welatiyên biyanî ya parêzgeha Xorasana Rezewî jî got: Li gorî lihevkirinên navneteweyî mafê Îranê heye ku rê liber çalakiyên rêxistinên welatiyên biyanî bigire; Lê dewleta Komara Îslamî ya Îranê ne tenê li dijî vê mijarê nîne, belkî di rewşa niha da dipejirîne ku zêdde jî bibin.
Husên Ehmedî bi gotina vêya ku welatiyên welatê Efxanistanê dost û birayê îraniyan in, got: Komara Îslamî ya Îranê hewil dide ku xizmetên hêja raberî koçberên efxan bike.