Hezîran 11, 2022 12:00 Asia/Tehran
  • Bi 300 hezar şaxên kulîlkên bexşkirî mezargeha Îmam Riza (S) bi gulan hat xemlandin

Bi boneya salvegera jidayikbûna Îmam Riza (S) mezargeha pîroz a îmamê heştemîn ê şîeyên cîhanê li Meşhedê bi amadebûna xizmetkar û ziyaretkeran bi gulan hat xemilandin.

Îro (şemî) 11yê Zeyqedeya 1443 a Koçberiya Heyvî hevdem digel 11ê Hezîrana 2022an, salvegera ji dayîkbûna Hezretê Semen El-Hecec Elî Îbni Mûsa El-Reza (S) Îmamê heştemîn ê şîeyên cîhanê ye.

Bi vê minasebetê û li gor nûçeya ajansa Îran Pressê, zêdetir ji 300 hezar şaxên gulan ên ku ji aliyê cotkarên kulîlkan ve li seranserê Îranê hatine diyarîkirin, ji bo xemilandina mezara pîroz a Îmam Riza (S) hatine bikaranîn.

Îsal ji ber başbûna rewşa Îranê ji babeta nexweşiya koronayê, merasima danîna gulan a mezara pîroz a heştemîn îmamê şîeyên cîhanê bi amadebûna ziyaretker û xizmetkaran li bajarê Meşhedê birêve çû.

Serepeyv