Hezîran 11, 2022 11:35 Asia/Tehran
  • Ala qubeya mezargeha Îmam Riza (S) hat guhertin

Di salvegera jidayikbûna îmamê heştemîn ê şîeyan de, ala qubeya Hezretê Samin El-Hucec Elî Îbni Mûsa El-Reza (S) hat guhertin.

Îro (şemî) 11yê Zeyqedeya 1443 a Koçberiya Heyvî hevdem digel 11ê Hezîrana 2022an, salvegera ji dayîkbûna Hezretê Semen El-Hecec Elî Îbni Mûsa El-Reza (S) Îmamê heştemîn ê şîeyên cîhanê ye.

Bi vê boneyê, merasima guhertina ala û qapaxê zerîhê mezargeha Îmam Riza (S) hevdem bi salroja jidayikbûna wî hezretî, bi amadebûna tuliyeta mezargehên pîroz ên Îran û Iraqê û komek ji xizmetkarên mezargeha Rezewî birêve çû û li neqarên mezargeha pîroz hatin lêxistin.

Ala mezara pîroz a Rezewî di nava salê de çendîn caran bi helkeftên olî û di salvegera şehadeta îmamên mesûm de tê guhertin ku dirêjtirîn heyama reşpoş mayîna wê di mehên Muherrem û Seferê de ye.

Di vê navberê de ala Qubeya pîroz a Îmam Riza (S) salê du caran bi merasîmeke taybet bi fermî tê guhertin, carek jî di destpêka meha Muherremê de ku 63 rojan li ser qubeya mezarê pîroz tê lidarxistin bi minasibeta şîndariya Hezretê Eba Ebdullah El-Huseyn (S) û carekê di salvegera jidayîkbûna Samin El-Hucec (S) de tê lidarxistin.

Serepeyv