May 25, 2022 21:15 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebullahiyan: Di lûtkeya Davosê de plan û perspektîfên aborî û bazirganî yên Îranê dê bên şîrovekirin

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê pêgirî kir: Li Lûtkeya Davosê dê nêrîn, derfet û şiyanên Îranê di vî warî de şirove bikim.

 Korbenda Aborî ya Cîhanî, saziyeke nehikûmî ye ku li Swîsrê hatiye tomarkirin û her sal ji bo serastkirina riya lihevkirin û platformek ji bo têkeliyên mezin ên aborî, siyasî û pîşesazî yên cîhanê, rê li ber pêşketina cîhanî vedike.

Ji ber ku civînên vê forumê li bajarê Davos ê Swîsreyê tên lidarxistin, ev civîn bi navê “Lûtkeya Davosê” jî tê naskirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr-Ebullahiyan ku ji bo beşdariya li Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê li Swîsreyê ye, îro dema gihîşte Zurixê got: Ji ber ku herî kêm %40ê bernama siyaseta derve ya hikûmeta 13emîn li ser mijarên aborî û bazirganî ye, ez ê di lûtkeya Davosê de nêrîn, derfet û şiyanên Îranê di vî warî de şirove bikim.

Emîr-Ebdullahiyan her wiha got: Îro ji bo civîna Davosê hin hevdîtinên dualî tên plankirin ku helbet emê vê derfetê ji bo pêşxistina peywendiyên Komara Îslamî ya Îranê bi hin welatên cîhanê re bikar bînin.

Wezîrê karên derve yê Îranê amaje bi planên xwe yên vê seferê jî kir û got: Sibe (pêncşemê) ezê beşdarî bernamên gotûbêjê yên taybet bi mijarên ewlehî, navneteweyî û aborî bibim.

Serepeyv